Kemal Kerkûkî: Pêwiste Parlementoya Kurdistanê ji bo Kerkûkê parêzgerekî bibjêre
PeyamaKurd – Serokê meclisa Kerkûk-Germiyanê Dr. Kemal kerkûkî got ku pêwiste parlementoya Kurdistanê ji bo Kerkûkê parêzgerekî bibjêre. Kerkûkî got ku ev mafê parlementoye, meqamên Herêma kurdistanê û temamê meqamên Bexdayê heqqê milletê Kurd e, ew meqam ne bi din destê ti kesekî de ne, ne di bin destê grûbekî siyasî an çekdar de ne. Kerkûkî ragihand ku piraniya Kerkûkê Kurdin û weha dewam kir:
“Di hilbijartina meclisa bajarê Kerkûkê de Lîsta Biratiyê ji 41 kursiyan 26 ê wan qezenc kir. Ji ber wê parêzgeriya Kerkûkê heqqê Kurda ye. Divê Kurd parêzgerekî destnîşan bikin û ew parêzer here ser kursî. Ji ber parêzgeriya Kerkûkê heqqê Kurda ye, di rêya nûnerên Kurdan de, li parlementoya Kurdistanê divê parêzgerê xwe destnîşan nikin.”
Li gor encama hilbijartina Kerkûkê; Kurd îsbat kirin ku piraniya Kerkûkê Kurd e. Lewra divê meqamê parêzgeriyê yê Kurda be. Di 16 ê cotmeha sala 2017an de bi zorê parêzgeriyê ji Kurda sitendin, zorê dan Kurdan û siyaseta Erebkirdinê meşandin.
Serjimêra sala 1957an jî îsbat dike ku Kerkûk bajarê Kurdaye û îstatîstîkên serjimarê wisa nîşan dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin