Kemal Kerkûkî: Xelkê Kerkûkê dizane kî dikare Kurdistanê biparêze

05 October 2021 17:13 0 dîtin
Kemal Kerkûkî: Xelkê Kerkûkê dizane kî dikare Kurdistanê biparêze

PeyamaKurd – Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Encûmena Serkirdayetiya PDKê li Germiyan- Kerkûkê Dr. Kemal Kerkûkî bangeşeya hilbijartinê li Hewlêrê hat lidarxistin.

Di bangeşeya ku îro 5ê Cotmehê birêve çû de Dr. Kemal Kerkûkî got, diviyabû wan ew bangeşe li Kerkûkê birêve bibira lê belê ji ber rewşa neasayî ya Kerkûkê li vir birêve dibin.

Kerkûkî da zanîn: “Ji me re hat gotin ku divê bangeşeya me gelekî bi aramî be û behsa ti kesî nekin. Ew jî dê bi hêminî behsa xiyaneta 16ê Cotmehê bikin.”

Dr. Kemal Kerkûkî rewşa naasayî ya Kerkûkê bibîr xist û got: “Ya bi ser Kerkûkê de hat ji ber taximeke xiyanetkar a nava Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bû ku Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Dûz, Mexmûr û Şingal hatin dagirkirin û jiyana wan dilsozên ji bo demokrasî û pêkvejiyanê kar dikin û pabendî yasaya ne, îro ne parastî ye.”

Kemal Kerkûkî wiha pê de çû: “Li ber çavên we PDKê li Pirdê û Sihêla û Mehmûdiyê sînga xwe daye ber tank û topan û êrîşên neyaran û nehişt îradeya payxtexta Herêma Kurdistanê Hewlêr bişike. Niha xelkê Kerkûkê dizanin kî dikare Kurdistanê biparêze.”