Kemal Kerkûkî: Pêsmerge li derdora Kerkûkê bicih dibin û baregehên PDKê lê têne vegerandin
PeyamaKurd - Serokê encumena serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Dr. Kemal Kerkûkî li ser rewşa Kerkûkê civîneke rojnamevanî li dar xist.
Dr. Kemal Kerkûkî got, komîsyona asayîkirina rewşa Kerkûkê heta niha li ser çar mijaran kar kiriye; serbazî, ewlehî, siyasî û îdarî. Hîn jî karên wê xilas nebûne. Niha hikûmeta Kurdistanê û Bexdayê vê yekê dikin, ji ber ku di nav komîteyê de çend kesên ereb û turkmen hebûn astengî çêdikirin.
Kemal Kerkûkî da zanîn, “Biryar hatiye dayîn baregehên PDKê lê bêne vegerandin. Diviya beriya hilbijartinan ev hatiba kirin lê bo ku nebe bangeşe, hat paşxistin. Hêzên Pêşmerge jî ji bo parastina deverê ligel artêşa Iraqê derdora bajarê Kerkûkê bicih dibin.”
Serkirdeyê PDKê herwiha agahiyek sosret jî belav kir û got: “Mixabin berpirsekî YNKê belgeyek îmze kiriye û razî bûye ku parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî li ser cihê xwe bimîne heta hilbijartinên encumenên parêzgehan tê kirin. Derve tiştekî dibêjin û di bin de jî tiştekî din dikin. Em hêvîdar in kesên dilsoz li nav YNKê de pêşiya vê yekê bigirin. Eger wisa nekin wê çaxê ew jî şirîk in.”
Kerkûkî li ser destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê diyar kir, xelkê Kerkûkê biryar didin ka kî dê bibe parêzgarê Kerkûkê. Xelkê Kerkûkê ew maf dane PDKê da ku di destnîşankirina parêzgar de xwedî rol be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin