Kemal Kerkûkî: Em ê bi îxanetkarên 16 ê Cotmehê re nekevin heman lîsta hilbijartinê

28 June 2023 00:29 0 dîtin
Kemal Kerkûkî: Em ê bi îxanetkarên 16 ê Cotmehê re nekevin heman lîsta hilbijartinê

PeyamaKurd – Berpirsê PDK ê yê Kerkûk-Germiyanê Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku ji bilî YNK ê dixwazin bi temamê terefên Kurd re di yek lîstekî de bikevin hilbijartina meclisa bajarê Kerkûkê.

Prtiyên Kurd yên ku li Kerkûkê ne, berya hilbijartina 18.12.2023an ya meclisa Kerkûkê bi mazûrvaniya PDK ê li payîtext Hewlêrê civînekî kirin. Piştî civînê berpirsê PDK ê yê Kerkûk-Germiyanê Dr. Kemal Kerkûkî li ser rewşa herêmê û di mijara hilbijartinan de got ku mijarê bi hûrahî axifîne. Kerkûkî weha got:

“Li ser hilbijartina Kerkûkê em bûn hemfikir ku Kerkûk hatiye îşxalkirin, ji terefê waliyekî şowen ku ji jor de şandine tê îdarekirin û ji ber wê divê em bi fîdakarî tevlî hilbijartinê bibin. Wê hevdîtin bi terefan re dewam bike. Îro rewşa Kerkûrê zahmete, xizmet tine û temamê xelkê wê di bin zorê de ye. Ji ber wê pêwiste xelkê Kurdistanê bi desteka partiyan rewşê rast bike û bi serbilindî em ê ala Kurdistanê ji nûh de li semaya Kerkûkê bilind bikin.

Em dixwazin bi temamê partiyên Kurd re tevlî hilbijartinê bibin û bi yek lîstekî bikevinê. Kesên bûne sedema îşxala Kerkûkê xayînên 16 ê Cotmehê ne. Em weka beşa Kerkûk-Germiyanê ya PDKê, ji bilî YNKê dixwazin bi yek lîstekî bikevin hilbijartinê.”

Ji bilî YNK ê temamê partiyên Kurd dawetî civînê hatibûn kirin. Kerkûkî got ku bi sedema arîfa cejnêye partiyên Goran û Komel nikaribûn tevlî civînê bibin û piştî cejnê wê bi her dû partiyan re bicivin.

Komîsyona hilbijartinê ye serbixwe ya Bilind ya Iraqê ji bo lîsteyên xwe bidin komîsyonê, heya dawiya tîrmehê wext daye.