BCFê bîlançoya alîkariyên salekê bo xelkê Kerkûkê eskere kir: 1 milyar û 690 milyon
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) çalakiyên xwe yên alîkariyê yên salekê di warê hevkarî û xizmetkirina sektorên Kerkûkê de eşkere kir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro 15ê Gulanê çalakiyên xwe yên salekê yên alîkariyan û xizmetkirina beşên cuda yên Kerkûkê ragihand.
Berpirsê Ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Kerkûkê Rêbiwar Mihyedîn got ku wan di heşt beşan de, wek tendirustî, perwerde, xwarin û vexwarin û beşên din de li Kerkûkê kar kirine û 1 milyar û 690 milyon dînar xerc kirine.
Berpirsê BCFê diyar kir, armanca vê çalakiyê ew e ku ew çawa di warê rêxistinî de xizmeta wan kesan bikin ku pêwîstiyên wan bi xizmetkariyan hene.
Herwiha Rêbiwar Mihyedîn da zanîn, ew ê bibin pirek di navbera kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyan heye û kesên ku dixwazin alîkariyan pêşkêş bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin