HSDê bîlançoya operasyonên salekê yên ligel Hevpeymaniyê eskere kir: Pêsiya 47 êrîsan hat girtin...
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bîlançoya sala 2021ê ya operasyonên HSDê û yên hevbeş digel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê eşkere kir.
Herwiha HSDê daye xuyakirin ku hejmarek êrîşên terorîstî di kêliyên dawî de hatine deşîfrekirin, gelek şaneyên wan hatine tesbîtkirin û bi taybet li ser sînorên Sûriyê-Iraqê û herêmên çolistanî hejmarek operasyon li dijî DAIŞê hatine pêkanîn.
Li gorî daxuyaniya HSDê bîlançoya operasyonên ku HSDê û yên bi hevbeşiya hevpeymaniyê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Rêveberiya Xweser hatine kirin wiha ne:
Hejmara operasyonên tekane û hevbeş ên li dijî DAIŞê: 115
Hejmara şaneyên hatine jihevkirin: 93
Hejmara girtiyên giştî yên endamên şaneyên DAIŞê, yên bi guman û kesên destek dane şaneyên rêxistina terorê: 802
Hejmara kuştiyên rêxistina terorê: 8
Hejmara êrîşên di kêliyên dawî de hatine astengkirin: 47
Hejmara planên terorîstî yên mezin û metirsîdar ên hatine deşîfrekirin û têkbirin ku plana êrîşa li ser zîndana Hesekê jî di nav de ye: 16
Bêbandorikirina amûrên û heyberên teqemeniyê: 87

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin