CENTCOM: Di operasyonên hevbes ên ligel HSDê de 5 DAISî hatin girtin

16 December 2022 21:29 0 dîtin
CENTCOM: Di operasyonên hevbes ên ligel HSDê de 5 DAISî hatin girtin

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên Amerîkî ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) operasyoneke hevbeş li dijî çekdarên DAIŞê li dar xistine û 5 DAIŞî hatine girtin.

Di daxuyaniya CENTCOMê ya li ser hesabê fermî yê medya civakî de hatiye diyarkirin: “Piştî ku operasyonên hevpar ên ji bo têkbirina DAIŞê di navbera Amerîkayê û HSDê de 8ê Kanûnê ji nû ve dest pê kirin, me 6 operasyonên hevbeş pêk anîn.”

CENTCOMê eşkere kir, di operasyonan de 5 çekdarên DAIŞê yên ku plana êrîşa li ser Kampa Holê dikirin hatine desteserkirin.

Hêjayî gotinê ye, doh 15ê Kanûnê HSDê jî ragihandibû ku di operasyonên hevbeş ên ligel Hevpeymaniya Navdewletî de, kesekî organîzatorê dabînkirina çekan û revandina malbatên DAIŞê ji Kampa Holê hatiye girtin.