CENTCOM: Bi operasyona hevbes a ligel HSDê serkirdeyekî DAISê hat girtin

19 February 2023 15:50 0 dîtin
CENTCOM: Bi operasyona hevbes a ligel HSDê serkirdeyekî DAISê hat girtin

PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku di operasyoneke hevbeş a ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê hatiye desteserkirin.

CENTCOM got: “Di demjimêrên sibehê yên roja 18ê Sibatê de, Hêzên Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê û HSDê li rojhilatê Sûriyê operasyonek bi helîkopterê pêk anîn.”

Hat eşkere kirin ku di operasyonê de serkirdeyekî DAIŞê bi navê “Batar” hatiye desteserkirin ku destê wî di planên êrîşên ser girtîgehên di bin kontrola HSDê û çêkirina madeyên teqemeniyan de hebû.

CENTCOMê derbarê operasyonê de wiha got: “Planeke baş ji operasyonê re hatiye danîn daku ji serkeftina wê piştrast bin. Di dema operasyonê de ne kesên sivîl, ne hêzên HSDê û ne jî hêzên Amerîkayê kes ji wan birîndar nebûne û nehatine kuştin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev operasyon rojek piştî operasyona kuştina serkirdeyê DAIŞê Hemze Himsî pêk hatiye ku di wê operasyonê de, çar leşkerên Amerîkayê jî birîndar bûbûn.