CENTCOM: Operosyanên ligel HSDê dest pê dikin, niyeta me…
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie ragihand ku dê li bakurê Sûriyê (Rojava) bi beşdariya leşker û pisporên Amerîkî operasyona dijî DAIŞê bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dest pê bike.
McKenzie herwiha ragihand ku ji Dêrazorê heta Hesekê niha 500 leşkerên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê hene.
Kenneth McKenzie da xuyakirin, “Niyeta me ya li vê derê parastina pozîsyona xwe û ligel HSDê berdewamkirina operasyonê dijî DAIŞê li jêra Rojhilatê Firatê ye.”
Tevî ku DAIŞ ji aliyê herêmên kontrol dike hatiye têkbirîn jî hîn li sînorên çolterî yên Sûriye û Iraqê hebûna xwe diparêze û bi şaneyên veşarî jî êrîşan pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin