HSDê bîlançoya operasyonên ser DAISê eskere kir
PeyamaKurd – Ev çend roj in Yekîneyên Taybet ên Hêzên Sûriya Demoratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li rojhilatê Dêra Zorê, operasyon û çalakiyên taybet li dijî terorîstên DAIŞê pêk tînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê derbarê oparasyonên 11 û 17ê Gulanê daxuyaniyek nivîskî belav kir. HSDê ragihandin ku di maweya operasyonan de 7 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û 7 jî bi saxî hatine desteserkirin.
HSDê ragihand, li herêma Dêra Zorê, ji aliyê Yekîneyên Anti Terorê ve li hemberî şaneyên veşartî yên DAIŞê operasyon hatin lidarxistin.
Li bajaroka Busêra yê dikeve rojhilatê Dêra Zorê di encama hewldanên êrîşê ya çekdarên DAIŞê de 2 terorîst hatin kuştin û yekî jî xwe teqand û herwiha 4 DAIŞî jî hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya HSDê di wê operasyonê de miqdarek cebilxane ketin destê şervanan.
Li devera Daşîşa jî DAIŞîyekî ji Tirkiyê hatibû xwe teqand û di operasyon HSDê de hejmarek telefon û cebilxane hatin desteserkirin.
Li bajaroka Şihêl bi çekdarên DAIŞê re şer rû daye ku di encama şer de çekdarek hatiye kuştin, 3 jî hatin girtin û miqdarek cebilxane ket destê HSDê.
Dema wê operasyonê de jî çekdarekî ku hewl daye êrîş bike, piştî şer xwe teqandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin