HSDê bîlançoya 6 mehan a têkosîna dijî DAISê eskere kir
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku baskê leşkerî yê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ye, bîlançoya şeş mehan a têkoşîn û operasyonên dijî rêxistina terorîst DAIŞê ragihand.
Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 4ê Tîrmehê encamên operasyonên ku di nîvê yekem ê 2024an de li dijî DAIŞê pêk anîne belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, tevî ku hêzên HSDê mijûlî rûbirûbûna êrîşên dubare yên artêşa Tirkiyeyê û çekdarên ser bi wê ve bûn, wan bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 28 çalakiyên ewlekarî yên serkeftî li dijî şaneyên DAIŞê pêk anîne û karîne piraniya êrîşên terorîstan pûç bikin û gelek şaneyên terorîst ji nav bibin.
HSDê diyar kir, di 28 operasyonên ewlehiyê de 233 çekdarên DAIŞê ku di nav wan de serkirde jî hebûn, hatin girtin û herwiha 10 jî hatin kuştin.
HSDê destnîşan kir, ew ê li ser têkoşîna li dijî terorê berdewam bin û rê nedin bi ti awayekî ewlekarî û aramiya xwecihî û herêmî têk biçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin