HSDê bîlançoya êrîsên du mehan eskere kir: Tirkiye binpêkirina rêkeftinan didomîne

21 November 2021 11:06 0 dîtin
HSDê bîlançoya êrîsên du mehan eskere kir: Tirkiye binpêkirina rêkeftinan didomîne

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Tirkiye di binpêkirinên rêkeftinan berdewam dike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihandiye, zanyariyên HSDê nîşan didin ku, artêşa Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê li gundewarên Serê Kaniyê û Girê binpêkarinên xwe berdewam dikin û hevdem çekên giran û balafirên çavdêriyê li navçeyê dixin tevgerê.

HSDê bîlançoya binpêkirinan eşkere kiriye û daye xuyakirin, tenê di dema 3 rojan de, 13 caran ew navçe ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên alîgirê wê ve, hatine topbarankirin, di nav wan de 18, 19 û 20ê vê meha Mijdarê gundên ser bi Eyn Îsa û rojavayê Girê Spî û Serê Kaniyê û Rêya M-4 a Navdewletî hatine gulebarankirin û topbarankirin.

Herwiha 2 caran balafirên çavdêriyê yên Tirkiyê li ezmanê Qamişlo hatine dîtin. Çarekê jî li gundewarê rojhilatê bajarokê Eyn Îsa û 4 caran li rojava û rojhilatê Kobaniyê firiyane.