HSDê bîlançoya serê 24 saetên dawî eskere kir: 20 kustî, 9 birîndar

26 January 2025 12:32 0 dîtin
HSDê bîlançoya serê 24 saetên dawî eskere kir: 20 kustî, 9 birîndar

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama şerê 24 saetan de bi giştî yek jê fermandar 20 çedar hatin kuştin, 9 birîndar bûn û yek jî hate girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a 24 saetên dawî li hemberî êrîşên çekdaran û artêşa Tirkiyê eşkere kir.

Li gorî HSDê, balafirên şer û balafirên keşfê êrîşî xaleke hêzên wan li Dêr Hafirê kirin, di encamê de şervanekî can da û 3 jî birîndar bûn. Li Dêr Hafirê çekdarekî hewl da bikeve xala hêzên wan, lê hate girtin.

HSDê diyar kir ku şervanên wan êrîşên çekdaran û artêşa Tirkiyê yên li Xirbet Zemalê têk birine û hate gotin, “Di encama têkbirina êrîşan de 4 çekdar hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn û yên mayî jî reviyan. Li Xirbet Zemalê jî 2 dronên çekdaran hatin xistin.”

HSDê eşkere kir, li Girê Xwedê û gundê Qebir Îmo 2 çekdar hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Erîşa çekdaran a li Ebû Qelqel têkbirin û di encamê de yek jê fermandar 14 çekdar hatin kuştin.

Hate diyar kirin ku bi giştî di encama bersivdana êrîşan de, 20 çekar hatin kuştin, 9 birîndar bûn û yek jî hate girtin.