Rojava | HSDê bîlançoya 24 saetên dawî eskere kir
PeyamaKurd – HSDê bi daxuyaniyekê diyar kir, Tirkiye di nava 24 saetan de bi 6 balafirên şer û 590 topan xaka Rojava kiriye hedef.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî operasyona hewayî ya dewleta Tirk a şeva 19ê Mijdarê ya li dijî Rojava daxuyaniyek da û geşedanên 24 saetên dawî parve kir.
Geşedanên 24 saetên dawî hatin eşkerekirin
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êrîşên hewayî 3 roj in dewam dikin û hat diyarkirin, "Di 24 saetên dawî de Tirkiyeyê 6 caran bi balafirên şer û 6 caran jî bi balafirên bêmirov ên bê mirov (SÎHA) li herêmê êrîş pêk anîne.
Li gorî daxuyaniyê, 82 êrîş bi tank, fuze û çekên giran hatine kirin, 590 caran bi topan hatine topbarankirin û 45 cih hatine hedefgirtin ku nexweşxane, stasyonên sotemeniyê û bîrên petrolê jî di nav de ne. Hat ragihandin ku leşkerekî Sûriyeyê li herêma başûrê Efrînê can daye.
Herwiha gundên Sêlim, Kul Tepe, Siftik, Qeremox, Navenda Tenduristiyê ya Qeremoxê, Zormixar, Cargelî û Goran ên li Kobanî û gundewarê wê hatin bombebarankirin.
Piştre hate destnîşankirin ku li bajarê Hesekê li dijî baregeha hevpar a YAT û Koalîsyona Navneteweyî 1 êrîş pêk hatiye, di êrîşê de 2 endamên YATê can dane û 3 endamên YATê jî birîndar bûne.
Herî dawî hat diyarkirin ku di êrîşa hewayî ya li Qamişloyê de 1 leşkerê Şamê birîndar bûye û cerdevanek jî can daye. Di dawiyê de di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Dêrezor 5 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye êrîşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin