Bîlançoya 24 saetên dawî ya DAISê li Sûriyê: 22 kustî!

31 December 2022 16:32 0 dîtin
Bîlançoya 24 saetên dawî ya DAISê li Sûriyê: 22 kustî!

PeyamaKurd Hate tomarkirin ku di encama êrîşên çeteyên rêxistina terorîst a DAIŞê de li çolên Sûriyê yên di bin kontrola hêzên rejîmê û milîsên girêdayî wê de 22 kes hatin kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirova (SOHR) bal kişand ser êrîşên dawî yên şaneyên DAIŞê.

Li gorî çavdêriyê, endamên rêxistinê di 24 saetên dawî de êrîşî baregeheke leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyeyê li biyabana Palmîra, zeviyeke petrolê li Dêrezorê û baregeheke hêzên berevaniyê li başûrê welat kirin.

Di êrîşan de 22 kes ji wan 12 karkerên zeviyên petrolê, 5 endamên hêzên rejîmê û 5 endamên hêzên parastinê jiyana xwe ji dest dan.

SOHRê diyar kir, ji destpêka sala 2022an heta niha 454 kesan di operasyon û êrîşên leşkerî de li bejahiya Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî vê yekê di êrîşên hêzên rejîma Şamê û balafirên Rûsyayê de 166 çeteyên DAIŞê hatin kuştin.

271 kesên din jî di êrîşên milîsên ku Îran piştgirîya wan dike an komên çekdar ên Sûrî de mirin.