Ji HSDê bîlançoya dawî: Baregehên HSD-Hevpeymanîyê û Rûsya-HSDê jî hatin bombebaran kirin...

23 November 2022 18:53 0 dîtin
Ji HSDê bîlançoya dawî: Baregehên HSD-Hevpeymanîyê û Rûsya-HSDê jî hatin bombebaran kirin...

PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser êrîşên bi topbaran û balafirên şer ên 3 rojên dawî li ser deverên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û eşkere kir ku bi giştî 15 şervanên wan di êrîşan de hatine kuştin.

HSDê daye xuyakirin ku ji şeva 19ê Mijdarê heta 23yê Mijdarê êrîşên ser herêmên Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û wiha hat gotin: "47 caran bi balafirên şer, 20 caran bi balafirên keşfê, 3 hezar û 761 caran jî bi obus, top, hwd êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de ji Herêma Dêrikê bigire heta Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Dêrezor û Şehba kirin armanc.

HSDê diyar kir, “Di encamên van êrîşan de heta niha; li Efrînê 5 şervanên Kurd şehîd ketine. Li Heremên Rojhilatê Firatê jî 6 şervanên HSDê şehîd ketine û 15 sivîl (11 li Dêrikê, 2 li Til Temir û 2 li Mekmen) şehîd ketine. Herwiha malên welatiyan, nexweşxane, dibistan û saziyên binesazî yên xizmeta civakê yên weke stasyona mazotê, enbarên genim zirar dîtine."

Herwiha HSDê di daxuyaniya xwe de gotiye, “Di van 3 rojên derbasbûyî de li gor ku di bîlanço de jî diyar e êrîş ne serkeftîn e û bê encam in. Ji ber ku pergala parastinê ya ku QSD`ê pêş xistiye, tedbîr û amadekariyên pêş xistiye, girêdayî vê hişyariya şervanên me hişt ku ev êrîş bê encam bimînin. Em di çeperên xwe yên berxwedanê de bi îradeyeke xurt û bi biryarbûneke bilind sekna xwe ya bi cesaret berdewam dikin.”

HSDê daye zanîn ku Tirkiyê di êrîşan de qada asmanî ya kontrola Rûsya û Hevpeymaniya Navdewletî bikar aniye û hat gotin, balafirên Tirkiyê baregehên hevbeş ên HSD û Hevpeymaniyê, HSD-Rûsyayê jî bombebaran kirine ku di wan êrîşan de hejmarek şervanên wan hatine kuştin û birîndarkirin.