Wezîrê Lubnanê bîlançoya dawî ya êrîsa sîberî eskere kir

18 September 2024 16:56 0 dîtin
Wezîrê Lubnanê bîlançoya dawî ya êrîsa sîberî eskere kir

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Fîras El Ebyed, derbarê êrîşa teqandina amûrên pêwendiyê yên bi endamên Hizbullahê de hatin teqandin amarên dawî belav kir.

El Ebyed ragihand ku heta niha di encama teqandina cîhazên pêwendiyê yên endamên Hizbullahê de 12 kes hatine kuştin û 2 hezar û 800 kes jî birîndar bûne. El Ebyed got ku di nava kuştiyan de zarokekî 8 salî û yekî 11 salî hene.

Wezîrê Lubnanê eşkere kir ku 750 kes li başûr, 150 kes li Bîqayê û hezar û 850 kes li Beyrûtê birîndar bûne û rewşa ji sedî 10ê birîndaran giran e.

Herwiha El Ebyed aşkera kir ku hin birîndar rakirine Sûriye û Îranê.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî eşkere kir ku di encama teqandina amûreke banglêkirinê di erebeyekê de li Kefer Sûse, teqînên din li nêzî Seyde Zeyneb û rojavayê Qelemonê yên Şamê 14 kes birîndar bûne.