Wezîrê Dadê yê Tirkiyê li ser êrîsa Çaglayanê agahiyên dawî dan
PeyamaKurd – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, derbarê êrîşa li ber avahiya Edliyeya Çaglayan a Stenbolê de daxuyanî da.
Tunç di civîneke rojnamevanî de agahiyên dawî yên derbarê êrîşê de dan û ragihand ku di êrîşa îro 6ê Sibatê ya li ber edliyeya Çaglayanê de, 3 polîs û 4 welatî birîndar bûne û yek ji birîndaran jî li nexweşxaneyê can daye.
Wezîrê Dadê eşkere kir ku di encama operasyonên hêzên ewlehiyê yên piştî êrîşî de 34 kes hatine binçavkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê jî ragihandibû, îro 6ê Sibatê du çekdaran êrîşî ser xala polîsan a li ber edlîyeya Çaglayanê ya Stenbolê kiriye û tevî birîndarbûna hejmarek polîsan û du kesên êrîşkar jî hatine bêbandorkirin.
Wezîrê Navxwe Ali Yerlikaya dabû xuyakirin, herdu êrîşkarên bi navê EY û PB, endamên rêxistina DHKP/C ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin