Wezîrê dadê yê Tirkiyê: “Me Semra Güzel di navnîsanên wê de nedît”
PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdağ ragihand ku heya niha wan Semra Güzel nikaribiye bigrin. Navnîşanên ku Semra Güzel beyan kiriye, hêzên asayîşê çûne wan ciyan û Semra Güzel ne li wan ciyan bûye.
Semra Güzel parlementera HDP ê ya bajarê Diyarbekirê bû lê bi sedema wêneyên wê bi destgirtiyê wê yê PKK yî re hatibû dîtin, wê ji parlementeriyê xistin û serdozgeriya Ankara di derbarê wê de biryara girtinê da. Li ser mijarê wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdağ got ku heya niha di destê dewletê de, di derbarê ciyê wê de ti agahî tineye lê weka fermî bi pasaporta xwe derneketiye derveyê welat. Eger di rêya qaçax de derketibe jî ew nizanin.
Bozdağ got eger agahiyekî nûh di derbarê Semra Güzel de bidest bixin wê bi raya giştî re parvebikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin