HSDê bîlançoya mehekê ya êrîsên ser Eyn Îsayê eskere kir
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) encama bilançoya mehekê ya êrîş û topbaranên artêşa Tirk û komên çekdarên girêdayî wê li devera Eyn Îsayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya HSDê, artêşa Tirk 5ê Cotmehê, li ser gundê El-Hoşan û rêya M4, erebeyeke leşkerî kir armanc û di encamê de 4 leşkerên hêzên rejîma Sûriyê birîndar bûn.
Dîsa artêşa Tirk di navbera 8-10ê Cotmehê de gundê El-Selîbî, El Hiwêce, gundê Xaldiyê, Hoşan û Dibis topbaran kirin.
12ê Cotmehê dikaneke bazirganiyê li ser rêya rojhilatê Eyn Îsa hat armancgirtin û zirarên madî bi mal û milkên sivîlan bûn.
Herwiha HSDê diyar kiriye ku heman rojê depoyên genim ên Mişêrfa, stasyona Şerqiye û rêya M4 bi çekên giran hatine topbarankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin