BCFê li Kerkûkê alîkariyên Remezanê li xizanan belav kir
PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li bajarê Kerkûkê di çarçoveya alîkariyên meha Remezanê de, hezar koliyên xurekê li ser malbatên xizan û kêmdahat belav kir.
BCFê îro 29ê Adarê li taxa Kurdistan a bajarê Kerkûkê, di çarçoveya helmeta alîkariyên meha Remezanê de, kolîyên xurekê li malbatên xizan û kêmdahat kir.
Berpirsê ofîsa Kerkûkê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da zanîn ku bêcudayî ew alîkarî li ser malbatên hejar û kêmdahat ên Kerkûkê têne belav kirin û ev helmet derdora bajarê Kerkûkê jî li xwe digre.
Hat diyarkirin, ji xeynî dabeşkirina koliyên xurekê li ser malbatên xizan ên Kerkûkê, ji nêzîkî 200 malbatan re jî alîkariya madî wê bê dayîn û herwiha mûçeyê azîzan jî dê bê dabeşkirin û kursî dê ji xwedî pêdawîstiyên taybet re bên dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin