Xelkê Kerkûkê pistî 18 salan diçin ser sindoqan

18 December 2023 13:57 0 dîtin
Xelkê Kerkûkê pistî 18 salan diçin ser sindoqan

PeyamaKurd – Berevajî bajarên din ên Kerkûkê, piştî 18 salan îro xelkê bajêr dengê xwe didin hilbijartinên encumenên parêzgehan.

Li gor zanyariyan, 1898 sindoq li 318 navendan hatine danîn da ku 871 hezar dengderên Kerkûkê dengên xwe bidin.

Herwiha 10 hevpeymanî, 5 partiyên siyasî û 3 namzedên serbixwe ji bo bidestxistina 16 kursiyên encumena parêzgeha Kerkûkê hevrikiyê dikin.

Li Kerkûkê ku ji sala 2005an ve hilbijartinên encumenên parêzgehan nehatine kirin, piştî 18 salan îro dengdêr diçin ser sindoqan.

Dengdana hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê ku mafê zêdetirî 16 milyon kesan di dengdanê de heye, di saet 7:00an de destpê kirin. Hilbijartin wê saet di 18.00an de biqede.