Navenda hevbes îro vedibe | Pêsmerge pistî çar salan vedigere Kerkûkê

23 May 2021 11:11 0 dîtin
Navenda hevbes îro vedibe | Pêsmerge pistî çar salan vedigere Kerkûkê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê Navenda Hemahengiya Hevbeş a di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de li leşkergeha K1 li Kerkûkê tê vekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî 4 sal bi ser bûyerên 16ê Cotmehê de derbas dibin, cara yekem e hêzên Pêşmerge vedigerin Kerkûkê ku destpêkê 8 efserên Lîwayên Yek û Du yên Wezareta Pêşmerge diçin Kerkûkê û bi fermî li wê navendê wê kar dikin.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî ji K24ê re ragihand ku ev navend di bin fermandariya Hewlêr û Bexdayê de di destpêkê de zanyariyên hewalgiriyê bi hev vediguhêrin. Biryar e di vê hefteyê de jî çend navendên din bêne vekirin û di demeke nêz de jî li navçeyên ku valahiyên ewlehiyê û çekdarên DAIŞ'ê lê hene, operasyonên hevbeş bêne pêkanîn.”

Berdevkê Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl gotiye: “Ewê girêdayî bi Navendên Hevbeş ji efserên hikûmeta Iraqê û hêzên Pêşmerge pêk hatiye. Dê karên wan jî hemahengiya di navbera her du aliyan de be, da ku zanyariyên hewlagiriyê li ser terorîstên DAIŞ bi hev biguhêrin, ji ber vê yekê jî ez dibînim ku ev navend dê girîng bin û erkên wan ji bo wergirtina zanyariyan pêwîst in"

Biryar e piştî Diyale û Kerkûkê, di heyama hefteyekê de navendên hevahengiyê ya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de, li Mexmûr û Neynewayê jî bêne vekirin. Piştre jî operasyonên hevbeş û paqijkirina wan cihên ku tevgera DAIŞê li heye dest pê bikin.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş Tehsîn Xefacî ji pevguhartina zanyariyên pir girîng, da ku em karibin kiryarên DAIŞê asteng bikin, ji ber vê yekê ez dibînim ku em bi kar û hemahengiya hevbeş a bi Pêşmergeyan re bi ser ketin. Herwiha em plan dikin ku DAIŞê bi hev re ji herêmê derbixin û pêşî li qaçaxçitiyê û têkdana dahata welatê xwe bigirin.”

Di bin çavdêriya Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê de û bi fermana Hewlêr û Bexdayê, navendên hevahengiyê yên Pêşmerge û hêzên Iraqê, ji bo serkutkirina kiriyarên DAIŞ û dagirtina valahiya ewlehiyê ya di navbera bereyên Pêşmerge û hêzên Iraqê de heye, zanyariyan didin hevdu. Piştî çar salan ji bûyerên 16ê Cotmehê, avakirina van navendan weke xala yekemîn a asayîkirina rewşa Kerkûkê tê dîtin.