Li Hewlêrê Navenda Hevbes a Pêsmerge û Artêsa Iraqê tê vekirin

28 October 2020 15:25 0 dîtin
Li Hewlêrê Navenda Hevbes a Pêsmerge û Artêsa Iraqê tê vekirin

PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl îro 28ê Cotmehê bi Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Major General Kevin Copsey û şandeke bilind a şêwirmendiya leşkerî ya Hevpeymanan re civiya.

Piştî civînê hat ragihandin, biryar hatiye dayîn ku di destpêka meha bê de Navenda Hevbeş a Pêşmerge û Artêşa Iraqê li Hewlêrê were vekirin û piştre jî li Bexdayê navendek bê vekirin.

Wezareta Pêşmerge da xuyakirin ku di civîna îro de hejmareke rayedarên payebilind yên wezaretê jî beşdar bûn, pêwendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê de hatin guftûgokirin. Herwiha guftûgo li ser mijara avakirina Navend Hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de li deverên ku valahiya ewlekarî lê heye hate kirin.

Di daxuyannameyê de hatiye gotin, Wezîrê Pêşmerge tekezî li ser nêzîkbûna her du Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê kiriye. Tê de daye xuyakirin ku biryar e di 1ê Mijdarê de Navenda Hevbeş a di navbera her du aliyan de li Hewlêrê û paşê jî li Baxdadê bê avakirin. Di encamê de, parastina ewlehî û aramiya navçeyê dê pêk were.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanê li Iraq û Sûriyê got: "Karkirina bi hev re ya hêzên şerê li dijî terorê û terorîstan kirine, riya me ya serkeftinê nêzîktir kiriye û dibe sedemekê girîng ji bo têkşikandina û metirsiyên terorê li navçeyê."

Di civînê de pirsa çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge jî hat axaftin û Wezîrê Pêşmerge da zanîn, niha me ji bo serxistin û bicihkirina naverokê wê pirsêm qonaxeke baş derbas kiriye û got, "Rola şêwirmendên Hevpeymanan di hevkarî û hevahengiya tîmên Wezareta Pêşmerge de, cihê pesn û qîmeteke mezin e.”

Major General Kevin Copsey pesnê rola qehremaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di rûbirûbûna terorê û parastina ewlehiyê navçeyê de da û got: “Xwesteka Hevpeymanan ew e ku hêzên Pêşmerge ligel artêşa Îraqê bigihin rêkeftineke dawî û bibe bingeheke baş ji bo rûbirûbûna metirsiyan.” Hevdem jî piştgîrî û piştevaniya hevpeymaniyê ji bo hevkariyên lojistî û leşkerî ji hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê re teqez kir.

Hat ragihandin ku civîn bi guftûgokirina li ser destpêkirina danûstandinan li ser pêkanîna binkeya serkirdatiya operasyonan li Iraq û Kurdistanê, piştî pêkanîna Navenda Ewlehiyê ya Hevbeş, bi dawî hat.