Wezîrê Pêsmerge pistî salekî vegeriya ser erkê xwe

27 November 2023 15:18 0 dîtin
Wezîrê Pêsmerge pistî salekî vegeriya ser erkê xwe

PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl piştî zêdetirî salekê ji dûrketina karê xwe, îro di 27ê Mijdarê de, bi merasîmekî vegeriya ser erkê xwe yê li Wezareta Pêşmerge.

Li gel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Supasalarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Rukin Îsa Uzêr û hejmareke din ji berpirsên leşkerî yên wê wezaretê di merasîmê de, amade bûn.

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ku ji pişkê YNKê ye, ji nîvê meha Cotmeha sala borî ve ji ber pirsgirêkên navxweyî yên YNKê, dest ji kar xwe berda. Wî bi fermî destjikarkêşana xwe pêşkêşî dezgehên pêwendîdar kiribû, lê nehatibû qebûlkirin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û berpirsên serbazî yên Amerîkayê çendîn caran daxwaz ji Şoriş Îsmaîl kiribûn ku vegere ser karê xwe, ji bo bilezkirina proseya yekxistina hêzên Pêşmerge.

Berê jî Wezîrê Pêşmerge gotibû ku hinek kes destêwerdanê di karê wî de dikin û astengiyan li pêşiya proseya çaksaziya di nav Wezareta Pêşmerge de derdixin.

Herwiha gotibû: “Ez dixwazim hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge bi temamî bibin yek û bikevin ser bi Wezareta Pêşmerge ve û êdî destê partiyan tê de nemînin.”