Fermandarê Pêsmerge: Bi Amerîkayê re rêkeftineke me ya hevbes heye

03 March 2024 15:13 0 dîtin
Fermandarê Pêsmerge: Bi Amerîkayê re rêkeftineke me ya hevbes heye
PeyamaKurd - Rêvebirê Giştî yê Ragihandin û Hişyariyê li Wezareta Pêşmerge, Lîwa Osman Mihemed da zanîn, hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terora DAIŞê de li herêmê xwedê roleke bihêz bûn û bi taybetî li sînorên ku dikeve nav sînorên Pêşmerge di demeke kurt de karîn pêşveçûnên terorîstan li seranserê Iraqê rawestînin û şiyanên wan kêm bikin.

Lîwa Osman Mihemed diyar kir: “Amerîka alîkariyên gelek baş pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin. Ji asmanî û bejayî ve karîbû alîkariyên xwe pêşkêşî Hêzên Pêşmerge bike. Helbet giringiya van peywendiyan her maye, bawer nakim ku ew ê niha ji ser hişê Amerîkîyan biçe, ji ber ku em hevparê jinavbirina mezintirîn koma terorîst a li cîhanê bûn.”

Rêkeftina Amerîka û hêzên Pêşmerge heta 2026an dewam dike

Mihemed got: “Hêzên Amerîkayê li ser alîkarî û hevahengiya hêzên Pêşmerge berdewam in. Di proseya şêwir û lojîstîkê de ji bo Hêzên Pêşmerge dereng neketin. Di navbera her du aliyan de rêkeftinek hevbeş heye û li gorî wê rêkeftinê dê hevkarî heta sala 2026an berdewam be.”

Lîwa Osman Mihemed herwiha destnîşan kir: “Şandeke bihêz bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Amerîkayê kiriye û du şandên din yên Wezareta Pêşmerge jî li Amerîkayê ne, helbet ev jî nîşana giringîpêdana Amerîkayê bi hêzên Pêşmerge ye.”