5 sal bi ser xiyaneta 16ê Cotmehê de derbas bûn
PeyamaKurd – Piştî encamdana Referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku 25ê Îlona 2017an hatibû kirin, 16ê Cotmeha 2017an Kerkûk û deverên Kurdistanî ji aliyê hêzên iraqî û Heşda Şeibî ve bi xiyana hin aliyên Kurd hatibûn dagirkirin.
Bi ser vê xiyanet û tawana 16ê Cotmeha 2017an de ku Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatin dagîrkirin û hikûmeta Iraqê hemû nirxên yasayî, destûrî û mirovî binpê kir de, 5 sal derbas bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 16ê Cotmeha 2017an hêzên Iraqî bi rêkeftina ligel taximê xiyanetkar yê nav YNKê, êrîşî Kerkûk û Xurmatû kir û di encamê de bi sedan welatiyên kurd şehîd û birîndar bûn û nêzîkî 200 hezar welatî jî koçber bûn.
Piştre Aras Cengî yê birayê serkirdeyê xayînên YNKê Lahur Cengî li xwe mikur hat ku bi milîs û hêzên Iraqê re rêkeftin kirine û Lahur Cengî jî pesnê vekişîna hêzên YNKê di roja 16ê Cotmehê de daye.
Cîgirê yekem ê sekreterê YNKê yê wê demê Kosret Resûl xiyanetkar wekî kesên tirsonek bi nav kiribû û gotibû: “Berpirsiyariya karesatên Kerkûk û Xurmatûyê berpirsyarê tirsonekên nav YNKê ye.”
Herwiha serkirdeyê YNKê Mela Bextiyar jî ew kiryara taximê nav YNKê wekî xiyanek bi nav kiribû.
Parêzgarê Kerkûkê û endamê Mekteba Siyasî ya wê demê di YNKê de, Necmedîn Kerîm ê koçkirî jî bi tundî li dijî xiyanetkarên nav YNKê derketibû.
Desthilata wê demê ya Iraqê jî spasiya wê koma xiyanetkar kiribû ku Kerkûk û navçeyên Kurdistanê bi hêsanî radestî wan kirine.
Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê proseya erebkirinê û desdanîna ser milk û gundên kurdan li Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî ji nû ve hat destpêkirin ku hîn jî ew kiryar bi rêya parêzgarê sepandî û Heşda Şeibî berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin