Di salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê de Necmedîn Kerîm peyamek belav kir
PeyamaKurd – Peyamek li ser salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê de, ji aliyê Ofîsa Parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm hat belavkirin û tê de hat ragihandin: “Ji bo desthilatdariya yekalî ya serbazî ya Hikûmeta Iraqê, li Kerkûk û deverên cihê nakokiyê, tawankariyên erebkirin û veguhestin û hewla jêbirina ziman û şûnasiya Kurdan tê dayîn.”
Peyama Necmedîn Kerîm wiha ye:
Welatiyên ezîz ên Kerkûk Kurdistanê
Xizmên serbilind ên şehîdan
Pêşmergeyên parastina ax û niştiman
Îro sê sal di ser tawankariya 16ê Cotmehê û dagirkeriya serbazî ya Iraqê bo bajarê Kerkûkê û deverên cihê nakokiyê re derbas dibe, ku hikûmeta Iraqê ji hemû bingehên yasayî û destûrî û nirxên mirovahiyê dûr, derheqê nişteciyên van deveran de encam da.
Welatiyên ezîz; li gor destûr û yasayan, xwedîtiya îdarî û yasayî û ewlehî û serbazî ya Kerkûkê û van deveran, divê bi hevbeşiya navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê were birêvebirin. Lê belê mixabin di nava 3 salên piştî bûyerên 16ê Cotmehê de, ne ku hikûmeta navendî yekalî hikumraniya van devera kir, di heman demê de ji bo desthilatdariya yekalî ya serbazî ya hikûmeta Iraqê, li Kerkûk û deverên cihê nakokiyê, tawankariyên erebkirin û veguhestin û hewla jêbirina ziman û şûnasiya Kurdan tê dayîn.
Ji ber vê yekê, bidawîkirina vê pêvajoya hikma yekalî ya hikûmeta navendî li Kerkûkê û li van deveran, zerûreteke tekez e û li ser vê rewşê gotûbêjên navbera Herêm û Bexdayê li ser asayîkirina rewşa van deveran, pêngavên wan berdewam in û hêviyek bo gihiştina rêkeftineke dawî heye. Herwiha divê rola Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê were zêdekirin, ku ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û hemû deverê derveyî Herêma Kurdistanê bixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin