Wezîrê Saredariyê: Divê berî 10ê Cotmehê amadekariyên dabeskirina erdan li Herêma Kurdistanê bê temamkirin

26 August 2024 16:58 0 dîtin
Wezîrê Saredariyê: Divê berî 10ê Cotmehê amadekariyên dabeskirina erdan li Herêma Kurdistanê bê temamkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasah Ewnî, civînek li ser bilezkirina proseya parvekirina erdan li dar xist.

Di civîna ku bi seroktiya Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî û amadebûna şêwirmendan, birêveberên giştî li Wezareta Şaredarî û Geştyariyê û hemû birêveberên giştî yên şaredariyan û serokên şaredariyan û birêveberên nexşedanînê li parêzgeh û îdareyên serbixwe, hat lidarxistin de, li ser amadekariyên bilezkirina parvekirina erdan hate rawestîn.

Di civînê de, helsengandineke temam ji bo karûbarên proseya parvekirina erdan li ser fermanberan hat kirin. Herwiha ji aliyê tevaya şaredariyan ve data û zanyarên hûr û arîşeyên wan li ser wê proseyê hatin berçavkirin, ku hejmareke şaredariyan para zêde ya karên xwe ji dabînkirina erd û danîna nexşeya kertê û hejmara fermanberan temam kirine û pêşvebirina wê proseyê berdewam dikin.

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê behsa girîngiya proseya parvekirina erdan li ser fermanberan kir û daxwaza bileztirkirina amadekariyên şaredariyan kir û raspartin ku, yên heta niha amadekariyên xwe temam nekirine an arîşe hene bi zûtirîn dem arîşeyên xwe çareser bikin û nexşeya kertê ji bo erdan pêk bînin, ji bo ku fermanber bi wergirtina erdan sûdê ji wê biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê werbigirin.

Hate diyarkirin, li ser zanyarî û datayên ku di civînê de ji aliyê şaredariyan ve hatine berçavkirin, hate gotin ku pêşveçûna proseyê di asteke gelek baş de ye.

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê bal kişand ser ku 10ê Cotmeha îsal civîneke din tê kirin û divê heta hemû amadekarî bên temamkirin û zêdetir pêşveçûn çêbibin.