Wezîrê Sûriyê: Divê HSD beriya Konferansa Dîyaloga Nistimanî xwe fesih bike

22 January 2025 17:52 0 dîtin
Wezîrê Sûriyê: Divê HSD beriya Konferansa Dîyaloga Nistimanî xwe fesih bike

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre li ser rojevê û geşedanên dawî li Şamê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Ebu Qesre, li ser pirsa derbarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de got ku danûstandinên ligel HSDê berdewam dikin û wek gefa destwerdana leşkerî jî diyar kir ku ew li hember HSDê ji her cûre seneryoyê re amade ne.

Qesre herwiha got, “Divê HSD beriya kombûna Konferansa Dîyaloga Niştimanî xwe fesih bike.”

Li ser hejmara 10 hezar girtiyên DAIŞê yên li girtîgehên kontrola HSDê jî Qesre got ku li gorî texmûna wan hejmara rastîn 2 hezar 500 e.

Wezîrê Sûriyê bal kişand ser ku niha xebatên damezrandin û sêwirandina artêşa Sûriyê bi beşdariya efserên cûda berdewam dike.