Wezîrê Karên Derve yê Qeterê: Divê Xezze di bin rêveberiya Filistînê de be

08 January 2024 12:58 0 dîtin
Wezîrê Karên Derve yê Qeterê: Divê Xezze di bin rêveberiya Filistînê de be

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Muhammed Bin Abdurrahman Al Sanî diyar kir ku Xezze beşek ji axa Filistînê ye û divê ji aliyê Filistîniyan ve were birêvebirin, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî got, "Divê sivîlên Filistînî heta ku şert û merc destûr bidin karibin vegerin malên xwe."

Wezîrê Karên Derve yê Qeterê piştî hevdîtina bi hemtayê xwe yê Amerîkî Antony Blinken ê ku di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de çûbû Dohayê, di civîna çapemeniyê de derbarê bûyerên li Xezzeyê de daxuyanî da.

Al Sanî destnîşan kir ku pêvajoya muzakereyan dewam dike lê ew rastî hin zehmetiyan tên û wiha got: "Dibe ku kuştina yek ji rayedarên payebilind ên Hamasê (Cîgirê Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Salih el Arûrî) bandorê li vê pêvajoya aloz bike."

Al Sanî diyar kir ku li gel zehmetiyan ew muzakereyên bi aliyan re didomînin û di demeke herî nêz de wê li Xezzeyê agirbest pêk were. Wî got, ew hewl didin bigihin rêkeftinekê ku tê de alîkariyan zêde bibe û êsîr bên berdan.

Al Sanî destnîşan kir ku Xezze parçeyek ji axa Filistînê ye, divê di bin rêveberiya Filistînê de be û li vir tenê gelê Filistînê mafê biryardayînê heye.

Sekreterê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê da zanîn, "Divê sivîlên Fîlîstînî bi qasî ku şert destûr didin wan vegerin malên xwe. Divê ji bo derketina ji Xezzeye zext li wan neyê kirin û bi zorê ji Xezzeye neyên derxistin."

Blinken got, "Em li herêmê di demeke kûr a rageşiyê de ne. Ev nakokî bi hêsanî dikare belav bibe û bibe sedema bêewlehî û mexdûriyeta hê zêdetir."

Blinkenê ku piştî Tirkiye û Urdunê di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de çû Qeterê, wê serdana Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat), Erebîstana Siûdî, Îsraîl, Misir û Şerîeya Rojava jî bike.

Di çarçoveya serdanê de Blinken bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re jî hevdîtin kir.