Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Al Sanî bi rayedarên Hamasê re "muzakereyên agirbesta li Xezzeyê" nirxand
PeyamaKurd – Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derve Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sanî bi heyeta Hamasê re li ser muzakereyên agirbesta li Xezzeyê axivîn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Qeterê, Al Sanî li paytext Dohayê bi heyeta ku endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Xelîl el-Hayye ye re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de geşedanên derbarê agirbest û danûstandinên pevguhertina girtiyan li Xezzeyê û îmkanên bidestveanîna lihevkirineke berfireh a domdar hatin gotûbêjkirin.
Danûstandinên di navbera Îsraîl û Hamasê de bi navbeynkariya Qeter û Misrê ji bo pevguhertina girtiyan û agirbesta li Xezzeyê berdewam in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin