Wezîrê Karên Derve yê Qeterê bi Serokê hilbijartî yê Îranê re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mohammed Bin Abdulrahman Al Sanî( Al-Thani) li Tehranê bi Serokê hilbijartî yê Îranê Îbrahîm Raîsî re civiya.
Li gor Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir, Al Sanî, herwiha li gel hevpîşeyê xwe yê Iranî Mihemed Cevad Zerîf civiya, da ku derbarê "nûtirîn tişt di têkiliyên dualî yên Komara Îslamî ya Îranê û dewleta Qeterê de gotûbêjan bikin, herwiha li ser giringtirîn pirsên herêmî û cîhanî biaxivin."
Piştî hevdîtina bi Zerîf re, Wezîrê Qeterî hevdîtin li gel Raîsî pêk anî, ev jî yekemîn berpirsê biyanî ye ku piştî Raîsî di hilbijartinên 18ê Hezîranê de serkeftin bidest xist pê re dicive.
Ajansa IRNA ya fermî ya Îranê da zanîn, Raîsî destnîşan kir, Komara Îslamî "Xebatê ji bo xêrxwaziya hemîyan dike."
Ev serdana Wezîrê Qeterî, piştî ku hevdîtin bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkî Antony Blinken re roja Pêncşema borî li Washingtonê pêk anî, hat. Wezîrê Qeterî ligel hevpîşeyê xwe yê Amerîkî "Derbarê guherînên li ser asta herêmê pêk tên, bi taybet derbarê rewşa li Afghanistan, Îran, Sûriya û Filistînê rû didin, axivîne."
Al Sanî di wê hevdîtinê de tekez li ser "Pêwîstiya giring ya diyaloga vekirî û zelal di navbera Civata Hevkariya Kendavê û Îranê de kir, da ku aramî li herêmê peyda bibe."
Raîsî di hevdîtina li gel Wezîrê Qeterî Al Sanî de destnîşan kiriye: "Welatên cîran dê karê pêşî yê hikûmeta dahatî ya Tehranê be."
Ajansa IRNA diyar kiriye, di dema hevdîtina bi Al Sanî re, Îbrahîm Raîsî tekezî li ser "Pêşxistina aramiyê û ewlekariyek domdar kirîye, li ser bingehê hevkariyek bi bawer di navbera welatên li herêmê û nehiştina destxistina biyaniyan bi şêweyek praktîkî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin