Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê: Divê Kurd xwe besek ji civaka Sûriyê bibînin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir; divê Kurd xwe beşek ji civaka Sûriyê bibînin û ew amade ne ku hemaheng bin ji bo hemû maf û berjewendiyên Kurdan biçespînin.
Sergey Lavrov ligel Sekreterê Vatîkanê konferanseke rojnamevanî saz kir û li ser pirsekê da zanîn: "Gelo karên we ji bo çareseriya kêşeyên Sûriyê çawa birêve diçin û çi pêşniyareke Rûsyayê heye ji bo gihîştina rêkeftinekê ku hemû aliyan li ser siberoja Sûriyê bîne cem hev?"
Lavrov li ser vê pirsê eşkere kir: “Divê Kurd xwe beşek ji civaka Sûriyê bibînin. Pêwendiyên me yên xurt bi nûnerên Kurdan re hene. Em amade ne ku hemaheng bin ji bo hemû maf û berjewendiyên Kurdan biçespînin di wan rûniştinan de ku li ser pirsa Sûriyê birêve diçin, di çarçoveya rêkarên destûrê de.”
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê destnîşan kir: “Nesîheta min ji bo Kurdan ew e ku li pey gotinên xweş ên Amerîkî neçin, dixwazin xwesteka cudaxwaziyê di wan de zêde bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin