Hesda Seibî di salvegera damezrandina xwe de dest bi pêsandana çekdarî kir
PeyamaKurd – Heşda Şeibî li Diyaleyê bi beşdariya Serokwezîr û hejmarek ji rayedarên Hikûmeta Iraqê, di salvegera damezrandina xwe de, dest bi pêşandana çekdarî kir.
Îro 26ê Hezîrana 2021ê di salvegera damezrandina Heşda Şeibî, bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê Mistefa Kazimî, Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz, Wezîrê Navxwe Osman Xanimî, Wezîrê Berevaniyê Cume Inad, Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî û hejmarek fermandarên serbazî û ewlehiyê, komên Heşda Şeibî, pêşandana çekdarî li Serbazgeha Eşref a li parêzgeha Diyale destpê kir.
Li gor zanyariyên ji medyaya Iraqê, Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî, ji komên çekdarî daxwaz kiriye ku beşdarî nimayîşê nebin.
Di sala 2014an de, Elî Sîstanî fetwaya damezrandina Heşda Şeibî da û di sala 2015an de Heşda Şeibî bi fermî hat damezrandin. Ji ber nêzîkbûna wê ya li Îranê û çend kiryarên serbazî yên dijî hevpeymanan, Amerîkayê hejmarek ji komên çekdarî yên Heşda Şeibî xiste nav lîsteya terorê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin