YNKê ji bo çi destûr da Hesda Seibî bikeve Germiyan û Kulacoyê?
PeyamaKurd – 25ê Tebaxê roja Yekşemê hêzeke Heşda Şeibî ya mezin bi destûr û hevkariya YNKê li Germiyan û sînorê nehiyeya Kuleco pêşde çû û qada petrolê ya deverê xist kontrola xwe. Vê nûçeyê karvedaneke mezin bi xwe re anî ku bi taybet jî piştî Rêbiwar Taha li Bexdayê bi hevkariya Ereban wek parêzgarê Kerkûkê hate hilbijartin pêk hat. Herêma ku Heşda Şeibî û hêzên iraqî ketinê 7 sal in di bin kontrola Pêşmerge de bûn û niha nediyar e ew dever dê bikevin bin kontrola kîjan hêzê.
Heşda Şeibî: Me bi YNKê re li hev kir
Hate zanîn ku hêza Heşda Şeibî ku nêzîkî 3 hezar çekdar e, bi 200 wesayît, şofêr, Hummar û alavên din ên leşkerî navçeya Kulacoyê xistine bin kontrola xwe û dibêjin, “Me bi YNKê re li hev kiriye û her aliyek rê li ber me bigire, emê rûbirûyê wan bibin.”
Li gor zanyariyên çavkaniyên ewlehiyê, YNKê ferman daye Lîwaya Pêncem a Hêzên Pêşmerge ku rûbirûyê hêzên Heşda Şeibî nebin, ji ber ku ew li gel wan rêkeftine.
Pêşmerge li nêzî bîrên petrolê nemane
Herwiha hêzên Heşda Şeibî bîrên petrolê yên Kulaco kontrol kirine û ti hêzên Pêşmerge li nêzîkî bîrên petrolê nemane.
Hin çavkaniyên Heşda Şeibî jî ji medyayê re ragihandine ku wan ligel Bafil Talebanî axivî ye û hatine wê herêmê. Armanc jî wekî operasyoneke 3 rojan a dijî DAIŞê nîşan dane ku çavkaniyên herêmê dibêjin, ti nîşaneyeke operasyonê tune ye.
‘Berdewama Xiyaneta 16ê Cotmehê ye’
Kordînatorê baskê 15 yê Xaneqînê yê PDKê Şêrko Tofiq jî dibêje, “Ew tişta ku hatiye kirin, xiyanet e û YNKê ew xiyanet kiriye û ev berdewamiya xiyaneta 16ê cotmehê ye. Niha Pêşmergeyên Lîwaya 5 a Bejayî di rewşa amadebaşiyê de ne.”
Navçeya Kulaco qezaya Kifrî ye, devereke çandiniyê ya mezin û dewlemend e, li ser rêya sereke ya Kelar - Gulala, 15 km dûrî navçeya Kelarê ye, hemû rûniştvanên Kulaco û gundên derdora wê Kurd in.
Gelo YNKê ji bo parêzgariya Kerkûkê çi tawîz dane?
Tê gotin ku îhtimal e YNKê ji bo diyarkirina parêzgarê Kerkûkê ji pişka YNKê, tawîz dane aliyên iraqî ku hatina wan hêzan a herêmê jî nîşaneya wê ye. Herwiha ev yek wekî berdewama Xiyaneta 16ê Cotmehê ya radestkirina Kerkûkê bo hêzên iraqî tê şîrovekirin.
Valakirina Germiyanê û rêkeftina Kerkûkê ya YNK-Heşda Şeibî
Dîsa tê gotin ku YNKê li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê tawîz dane û hemû mafên kurdên Kerkûkê ji dest berdane. Herwiha dibe valakirina navçeyên Germiyanê ji bo milîsên Heşdî Şeibî beşek ji wê rêkeftina Kerkûkê ye. Ango dibe ku li hember peywira parêzgarê Kerkûkê yan jî rêkeftineke din navçe bo Heşda Şeibî û Iraqê hatibe hiştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin