YNKê destûr da: ‘Hesda Seibî kete Germiyan û Kulecoyê û dest danî ser bîrên petrolê’
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzeke Heşda Şeibî bi hevkariya YNKê li Germiyan û sînorê nehiyeya Kuleco pêşde çûye û dest daniye ser çend bîrên petrolê.
Li gorî nûçeya BasNewsê Kordînatorê baskê 15 yê Xaneqînê yê PDKê Şêrko Tofiq ragihandiye, “Di çarçoveya rêkeftina di navbera YNK û milîsên Heşdî Şeibî de hêzeke zêde ya Heşdî Şeibî li Germiyan û li sînorê nehiyeya Kuleco pêşde hatine û dest daniye ser çend bîrên petrolê.”
Şêrko Tofîq daye xuyakirin, “Îro hejmareke zêde ji artêş û Heşdî Şeibî bi rêkeftina siyasî ve hatine gundê Seyidmidîr a ser bi nehiyeya Kokis a li sînorê Kuleco ku heft sal in di bin desthilata Pêşmerge de ye û bi armanca destdanîna ser bîrên petrolê hatine û niha mijûlî lêdana çeperan in.”
‘Berdewama Xiyaneta 16ê Cotmehê ye’
Berpirsê PDKê diyar kir, “Ew tişta ku hatiye kirin, xiyanet e û YNKê ew xiyanet kiriye û ev berdewamiya xiyaneta 16ê cotmehê ye.”
Herwiha Şêrko Tofîq li ser bûyerê got, “Niha Pêşmergeyên Lîwaya 5 a Bejayî di rewşa amadebaşiyê de ne.”
Hêjayî gotinê ye, YNKê çend hefte berê li Bexdayê parêzgarê Kerkûkê bi hevkariya Ereban li Bexdayê ji pişka xwe hilbijart ku aliyên din ên Kerkûkê vê yekê qebûl nakin û wek karekî neyasayî dibînin.
Herwiha tê gotin ku YNKê li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê jî tawîz dane û hemû mafên kurdên Kerkûkê ji dest berdane û dibe valakirina navçeyên Germiyanê ji bo milîsên Heşdî Şeibî beşek ji wê rêkeftina Kerkûkê ye. Ango dibe ku li hember peywira parêzgarê Kerkûkê yan jî rêkeftineke din navçe bo Heşda Şeibî û Iraqê hatibe hiştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin