Li Wanê otomobîl kete ava bendavê: 2 kes mirin, kesek winda ye
PeyamaKurd- Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, li navçeya Xawesorê otomobîlek dema diçû kete bendavê.
Hate ragihandin ku di qezayê de 2 kes mirine û kesek jî hê nehatiye dîtin.
Li navçeya Xawesorê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê otomobîla ku 3 kes tê de bûn ji rê derket û kete Bendava Zernekê.
Piştî bûyerê tîmên AFAD, UMKE, tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û hêzên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê.
Di encama xebata tîmên rizgarkirinê de, termê du kesan ji bendavê hate derxistin, lê hîn lêgerîna bo kesê sêyem berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin