Li Hîlwanê di çinîna nîska de 2 kes mirin û 3 kes giran birîndar bûn

01 June 2024 23:45 0 dîtin
Li Hîlwanê di çinîna nîska de 2 kes mirin û 3 kes giran birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Hîlwanê li gundê bi navê Oymaağaç ku navê gund yê Kurmancî nehat zanîn, di çinîna nîska de makîna nîska li xeta elektrîkê ya mezin ket û di encamê de 2 kes mirin û 3 kes giran birîndar bûn.

Li gor agahiyên çapemeniyê di wexta ku bi makînê nîska diçinîn, li ser makînê 5 kes hebûne û dema makîne bi têla mezin ya elektrîkê re temas dike, bûyer çêdibe. Ji birîndaran Ozan Baytug û Fatih Baytug bi ambûlansê dibin nexweşxana dewletê ya Hîlwanê û her dû li wê derê can didin.

Şehriban S., Benguzar B. û Sefer B. jî birînên wan xedarin. Birîndaran ji nexweşxana dewletê ya Hîlwanê birine nexweşxana bi navê Mehmet Akif İnan ya bajarê Rihayê.