Li Mersînê ji ber jehra miska 2 zarok mirin û 5 kes jî giran birîndarin
PeyamaKurd – Li bajarê Mersînê li navça Tarsusê malbatekî li mala xwe ji bo mişka jehrê danîbû da mişk bimrin. Jehr tevlî avê bûye û di encamê de 8 kes bi jehrê ketin.
Piştî bi jehrê ketin, nexweşan birin nexweşxana dewletê ya navça Tarsûsê. 2 zarok ji ber jehrê mirin û 4 zarokan sewqê nexweşxanên Ankara kirin. Li gor agahiyan; malbat biyaniye û di encamê de zarokên bi navên Rana û Ömer Elyusuf (4) li nexweşxanê can dan. Yên rewşa wan giran Memun (34), Ahid (9), İlaf (7), Selem Elyusuf (4) û Selam Duho (1) ne. Rewşa Hazal Duho (29) başe û ji ber tedawiyê qebûl nekiriye wê şandine malê û hem li dozgeriyê îfade da.
Polîs, AFAD û tîmên lêkolîna cîh çûne mala ku tê de bûyer qewimiye, bi cilên taybet yên parastinê ketine nav malê. Li malê gazên jehrê tesbît kirine û zarokan şandine nexweşxanên Ankara.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin