WHO: Li Xezzeyê zarok ji birçîna dimirin
PeyamaKurd – Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li Xezzeyê zarok ji birçîna dimirin û banga xwe ya ji bo "gihandina alîkariyên însanî bi ewle û bi rêkûpêk" dubare kir.
Serokê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku wan di serdanên xwe yên li nexweşxaneyên li bakurê Xezzeyê de şahidî kir ku zarok ji birçîna mirine.
Ghebreyesus di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya X de diyar kir ku WHO piştî serdanên xwe yên li Nexweşxaneya Avde û Nexweşxaneya Kemal Advan a li bakurê Xezzeyê gihîştiye encamên tirsnak.
Ghebreyesûs diyar kir, wan dîtiye ku ji ber kêmxwariniya giran, zarok ji birçîna mirine û herwiha kêmbûna mazotê, xwarin û pêdiviyên tenduristiyê yên giran dîtine û destnîşan kir ku avahiyên nexweşxaneyê jî hilweşiyane.
Ghebreyesus diyar kir ku WHO di dawiya hefteyê de serdanên nexweşxaneyan pêk anîne û diyar kir ku wan piştî Cotmeha 2023an cara ewil karîbûn biçin nexweşxaneyên li bakurê Xezzeyê, ku dixwazin bi rêkûpêk derbas bibin.
Ghebreyesûs destnîşan kir ku bi taybetî rewşa Nexweşxaneya Avdeyê ji ber hilweşîna avahiyek tirsnak e û got, "Nexweşxaneya Kemal Advan tekane nexweşxaneya zarokan a li bakurê Xezzeyê ye û ji nexweşan tijî bûye. Ji ber vê yekê 10 zarokan jiyana xwe ji dest dan ji ber kêmbûna xwarinê."
Ghebreyesus diyar kir ku wan 9 hezar û 500 lître sotemenî û hin pêdiviyên bingehîn ên tenduristiyê gihandine her du nexweşxaneyan.
Ghebreyesus bang li Îsraîlê kir ku gihandina alîkariyên mirovî bi ewle û bi rêkûpêk misoger bike, Ghebreyesus banga xwe ya agirbestê dubare kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin