NY: Li Maliyê dibe 200 hezar zarok ji birçîna bimrin

02 September 2023 00:33 0 dîtin
NY: Li Maliyê dibe 200 hezar zarok ji birçîna bimrin

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku bi sedema nikarin alîkariyê bigihînin welatê Maliyê û heya dawiya salê ger alîkarî negihê wan, dibe 200 hezar zarok ji birçîna bimrin. Li ser mijarê UNICEF û WFP daxwuyaniya hevbeş dan.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku bi sedema şer, ji ber rabûna ji ser cîh û warên xwe û bi sedema ku alîkarî kêm digihê ciyên xwe, 1 mîlyon zarokên ji 5 salî biçûktir, heya dawiya sala 2023an ji ber kêmasiya xidayan dê zerarê bibînin.