Rûsyayê li nexwesxaneya zarokan a li Kîevê xist: Hejmara miriyan zêde dibe
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê Îgor Klîmenko ragihand ku hejmara kuştiyên êrîşên moşekî yên tund ên Rûsyayê yên li ser welatê wî derket 36an û hejmara birîndaran jî derket 166an.
Wî her wiha diyar kir ku xebatên rakirina mayînan li "Nexweşxaneya Zarokan a Ohmatdit" ya li Kîevê ku êrîş lê hat kirin, dewam dikin.
Klimenko derbarê geşedanên dawîn ên li ser êrîşên moşekî yên Rûsyayê li ser paytexta Ukraynayê Kîev, Krîvî Rig, Dnipro û bajar û bajarokên din ên di saetên rojê de agahî dan.
Klimenko da zanîn, “Li gorî agahiyên berdest li bajarê Kîevê 25 û li herêmên din ên Ukraynayê jî 11 kes mirine 166 kes jî birîndar bûn" û destnîşan kir ku xebatên rakirina mayînan li "Nexweşxaneya Zarokan a Ohmatdît" a li Kîevê ku êrîş lê hat kirin, dewam dikin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ragihand ku ji ber êrîşa moşekî ya Rûsyayê ya li ser Kîevê, nexweşxaneya zarokan zirar dîtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin