Rûsyayê bi mosekan li santrala herî mezin a li nêzî Kîevê xist!

12 April 2024 12:27 0 dîtin
Rûsyayê bi mosekan li santrala herî mezin a li nêzî Kîevê xist!

PeyamaKurd – Santrala elektrîkê ya Tripilya ku 50 kîlometre li başûrê paytexta Ukraynayê Kîevê ye, ji aliyê gelek moşek û balafirên bêmirov ên Rûsyayê ve hat xistin. Şîrketa enerjiyê ya ku santralê dixebitîne Centrenergo ragihand ku santrala herî mezin li sê herêman ku paytext Kîev jî di nav de ye, çavkaniya elektrîkê ye.

Rûsya ev demek e binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê dike hedef. Santrala elektrîkê ya Tripilya ku 50 kîlometre li başûrê paytexta Ukraynayê Kîevê ye, ji aliyê gelek moşek û balafirên bêmirov ên Rûsyayê ve hat xistin.

Şîrketa enerjiyê ya ku santralê dixebitîne Centrenergo ragihand ku santrala herî mezin li sê herêman ku paytext Kîev jî di nav de ye, çavkaniya elektrîkê ye.

Rêveberê Centrenergo Andriy Hota diyar kir ku zirara santralê tirsnak e û got, "Trafo, turbîn û jenerator bi temamî hilweşiyan."