Ji Ukrayna û Rûsyayê pevguhertina herî mezin a termên leskeran
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku doh 3yê Tebaxê pevguhertina herî mezin a termên leşkeran di navbera Ukrayna û Rûsyayê de hate kirin ku 300 termên leşkerên di şer de hatine kuştin bi hev hatin guhertin.
Ukraynayê ragihandiye ku termên leşkerên li herêmên Bahmut, Avdiivka, Lugansk, Herson û Zaporojyayê hatine kuştin, hatine bidestxistin.
Li gorî nûçeya AFPê, hejmara termên leşkerên Ukraynî yên pevguhertinê 250 bûne û 38 term jî radestî Moskowê hatine kirin.
Hate diyarkirin ku ew term yên leşkerên sala 2022yan di şer de hatibûn kuştin in û ji morgên Mariupolê hatine derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin