Di deriyê Zet-Rûbarokê de rojane ji 2 hezar û 300 kes derbas dibe
PeyamaKurd - Di Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê navbera Herema Kurdistanê û Tirkiyê Zet -Rûbarokê de kêm-zêde roja 2300 kes derbas dibin.
Deriyê ku li aliyê Herema Kurdistanê bi ser qaymeqamiya Mêrgesûr a navçeya qeza Soran a Hewlêrê ve ye û aliyê din jî bi Rûbaroka navçeya Colemêrgê ve ye salekî berê hatibû vekirin.
Qaymeqamiya Mêrgesûrê jî ji bo dabînkirin pêwistiyên rê, elektrîk û avê projeyên cuda dabîn dike.
Qaymeqamê Mêrgesûrê Gaffûr Ahmed da zanîn ku ev derî heta niha tenê ji bo geştiyarî tê bikaranîn û ew hewldanin didin ku wek deriyê bazirganiyê jî bê bikaranîn.
Gaffûr Ahmed daxuyand ku hem li aliyê Herema Kurdistanê, hem jî li aliyê Tirkiyê, projeyên pêwistiyan tên dabînkirin û ji %90ê wan projeyan hatin bicîhkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin