Hinardeya nefta Iraqê bo Amerîkayê rojane 340 hezar bermîlan derbas kir

18 September 2022 16:36 0 dîtin
Hinardeya nefta Iraqê bo Amerîkayê rojane 340 hezar bermîlan derbas kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hinardekirina petrola Iraqê bo Amerîkayê 340 hezar bermîlan derbas kiriye.

Li gorî daxuyaniya Saziya Elekrîkê ya Amerîkayê, hinardeya petrola Iraqê bo Amerîkayê gihîştiye rojane 340 hezar bermîlan û hat diyarkirin, hefteya borî ji 9 welatan rojane bi giştî 5 milyon û 235 hezar bermîl petrol hatiye hawirdekirin.

Herwiha hat eşkere kirin ku vê hefteyê jî hinardeya giştî ji 9 welatan gihîştiye 5 milyon û 782 hezar bermîlan ku para Iraqê jî rojane gihîştiye 343 hezar bermîlan.