Amerîkayê hinardeya nefta Kerkûkê erênî dît

18 November 2018 00:59 0 dîtin
Amerîkayê hinardeya nefta Kerkûkê erênî dît

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauretê diyar kir ku destpêkirina îxrackirina nefta Kerkûkê rûdaneke erênî ye.

Nauertê di peyama ji ser hesabê xwe yê Twîtterê weşand de got: "Destpêkirina îxrackirina nefta Kerkûkê ya ji nû va bo hewlên me yên kêmkirina îxrackirina nefta Îranê rûdaneke erênî ye. Em ji ber zêde hewl û xebatan Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê, Herêma Kurdistana Iraqê û hikûmeta navendî ya Iraqê pîroz dikin."

Amerîka di çarçoveya mueyîdeyên li hemberî Îranê de merheleya duyemîn ji 5ê Sermawezê vir ve kir rewacê û tê payîn ku îxrackirina nefta Îranê ya niha rojê nêzî 2 milyon warîl e bi vê sepanê va dakeve heta milyonek warîlî.

Tê ragihandin rêveberiya Washingtonê nefta Kerkûkê ji ber mueyîdeyên li hemberî Îranê ku bila di bazarê da kêmasiya neftê çênebe, wek alternatîf dibîne.