Hinardeya petrola Iraqê bo Amerîkayê kêm bûye

18 July 2021 22:06 0 dîtin
Hinardeya petrola Iraqê bo Amerîkayê kêm bûye

PeyamaKurd - Dezgeha Wizeya Amerîka mîqdara hawirdeya neftê eşkere kir ku li gorî amarên hatine eşkerekirin, mîqdara  hinardekirina nefta Iraqê ji bo Amerîkayê kêm bûye.

Rêveberiya Wizeya Amerîkayê roja Şemiyê mîqdara hinardekirina nefta ji bo welatê xwe belav kiriye ku ji 8 welatan heftaya borî 5 milyon û 135 hezar bermîl bûye.

Li gorî daxuyaniyê li gorî çend hefteyên berê hefteya borî hinardekirina nefta Iraqê ji bo Amerîkayê kêm bûye.

Mîqdarên hefteya borî yên nefta hatiye hawirdekirina bo Amerîkayê wiha ne:

- 30 milyon û 480 hezar bermîl neft rojane ji Kanada

- 648 hezar bermîl neft rojane ji Meksîka

- 347 hezar bermîl neft rojane ji Siûdiye

- 187 hezar bermîl neft rojane ji Nîjerya

- 182 hezar bermîl neft rojane ji Iraqê. Hefteya borî 229 hezar bermîl neft rojane dihata hinardekirin

- 140 hezar bermîl neft rojane ji Kolombiyayê

- 95 hezar bermîl neft rojane ji Ekwador

- 74 hezar bermîl neft rojane ji Rûsyayê