Hikûmeta Iraqê hinardeya petrolê derdixe rojane 6 milyon bermîlan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê, dixwaze asta hinardekirina derve ya neftê rojane derxe 6 milyon bermîlan.
Şêwirmendekî serokê hikûmeta Iraqê yê bi navê Mezher Mihemed Salih eşkere kir ku rewşa aboriya Iraqê ber bi başbûnê ve diçe û Iraq niha amade ye ji rewşa xitimî ya ku di dema pandemiya koronayê de çêbûye derke.
Berpirsê Iraqê diyar kiriye ku Iraq dixwaze asta hinardekirina derve ya petrolê zêde bike û bigihîne rojane 6 milyon bermîlan ku niha rojane nêzîkî 4 milyon bermîl petrola Iraqê tê hinardekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin